Li Girê Spî hêrsa gel a li dijî dagirkeran

Xelkê li bajarê Girê Spî ya dagirker li dijî binpêkirên hêzên dagirker û revandina sivîlan çalakiyek protestoyî li pêşiya baregehên çeteyan li dar xistin.

Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî yê dagirkerî ragihand ku çeteyên Cebha El-Şamiya ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker hejmarek kes di nav de jinek ji taxa Eyn El-Erûs bi tewama ku têkiliyên wan bi QSD‘ê re hene revandin.

Her wiha destnîşan kir ku çeteyên operasyonên girtina li ser malan û xirabkirina wan dane destpêkirin û sivîl û jin revandin.

Li gorî çavkaniyan ji ber van binpêkirinan, xelkê bajarê Girê Spî jin, zarok, zilam û kesên bi teman çalakiyek li ber deriyê sînor li dar xistin ku baregeheke çeteyên El-Cebha El-Şamiyê lê hatiye vekirin. Şêniyan banga serbestberdana girtiyan û derketina komên çete ji tevahî bajar kirin.

Li ser vê artêşa Tirk a dagirker  çeteyên wê serferber bûn, hemû kolanên ku dighêjin baregehên wan ên li taxên Eyn Erûs û Til Ebyed Şerqî girtin.

Çalakî û aloziya li bajêr hîna berdewam e.


Mijarên Din