Li Girê Spî binpêkirinên di 3 mehan de

Ev sê mehe dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kirine. Ev sê meh in jiyana şêniyên li wir serûbinî hev bûye. Eşîrên Ereb li hemberî dagirkeriyê serî rakirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujî li ser sivîlan pêk anîn. Malên wan wêran kirin û bi kêmanî 300 hezar kes da koçberkirin.

Bi dagirkirina Girê Spî û navçeya Silûkê re serdema tarî û zulm careke din vegeriya. Bi dagirkirinê re deverên bajêr têne guhertin, armancê dagikiriyê eşkere dibin, her wiha rastiya li pey hincetên wê yên avakirina "herêma ewle" di pêkanîna kiryarên dermirovî li dijî şêniyên herêmê de derdikevin derdikevin holê.

KOÇBERKIRINA NIŞTECIHÊN RESEN Û GURHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi mebesta guhertina demografya herêmê bi hezara sivîlên resen ên herêmê dan koçberkirin û malbatên çeteyên xwe li şûna wan bi cih kirin. Mîna ku beriya niha li Efrînê kiribû.

Di vê çarçoveyê de Tirkiyê bi sedan malbatên çeteyên xwe derbasî xaka Girê Spî kirin û îdia dike ku ew niştecihên resen li warê wan vedigerîne. Dîsa jiî malbat ji Ezaz, Cerablus, Bab, Idlib, Humis, Hema, Xûtayê anîn û di malên sivîlên hatin koçberkirin bi cih kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA‘yê dagirkeriya 180 malbatên çeteyan ji Ezazê anîn û li taxa Leyl û Çawîş û gundên Girê Spî bi cih kirin. Çavkaniyan diyar kirin Tirkiyê zêdetir malbatên çeteyan di malên kurdan de bi cih dike.

Li aliyekî din zêdetirî 500 çeteyên ku têkiliyên wan bi DAIŞ‘ê re hene û di pêngavên QSD‘ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de reviyabûn Tirkiyê, di Tirkiyê re derbasî Girê Spî kirin û tev li çeteyên dagirkeriyê bûn.

Jinên DAIŞ‘î yên ku di bombebarana balafirên Tirkiyê yên li dijî kampa Eyn Îsayê de reviyan bûn niha li bajarokê Eyn Erûs, taxa Leyl, Ermen û Cisir ên Girê Spî xwe bi cih kirine.

TIRKKIRINA BAJAR

Piştî ku dewleta dagirker, bajarê Girê Spî dagirkir yekser dest bi guhertina deverên bajar û şarestaniya wê ya dîrokî kir. Dagirkeriyê di vê çarçoveyê de navê deverên giştî û dibistanan  bi zimanê Tirkî guhert û zimanên pêkhateyên din paşguh kiriye.

Dagirkeriyê navê çarxerêya Elem a li başûrê bajêr veguherand navê çeteyekê xwe "Ela El-Sewas" û navê çarxerêya Şaredariyê ya navenda bajar kir "Tîba".  Her wiha dibistanek li gundê Mişrifa Hawî bi navê "Kaniya Aştiyê" veguherand û pirtûkên zimanê Tirkî li zarokan belav kir. Li rex wê jî alên Tirkiyê li deverên giştî hida û navên nexweşxane û saziyan bi zimanê Tirkî nivîsand.

Kirinên dagirkeriyê di vê çarçoveyê de sînordar nema, di heman demê de nasnameyên Tirkî dan sivîlan û kesên nasnameyên Sûriyê bi wan re hene digirin.

SIYASETÊN BIRÇÎKIRINÊ

Dagirkeriya Tirkiyê li dijî şêniyan siyasetên birçîkirinê dimeşîne. Şêniyên li navçeya Silûkê ya başûrê bajêr li dijî rewşa jiyanî ya ne baş û kêmbûna pêwîstiyên sereke li herêmê xwepêşandan li dar xistin.

Li herêmên dagirkirî rewşeke jiyanî ya nebaş heye, ji tunebûna kehrebe, sotemenî, nan û ava vexwarinê. Di demekê de ku mal û milkên sivîlan ji genim ceh ên di depoyan de û pêwîstiyên din ji aliyê  leşker û çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk ve têne talankirin.

Dagirkeran derdora 50 hezar ton genim û ceh ji depoyên Dihêz ê başûrê navçeya Silûkê, Sixêrat û Şergirakê yê başûrê Girê Spî talan kirin. Her wiha di topbarana li dijî depoya Xefet Salim (Qizelî) depo ji xizmetê derket.

Sivîl ji bo ku nan bistînin zehmetiyek mezin dikşînin, bi saetan di rêzê de li pêşiya firneyê disekinin. Ev kiryar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di çarçoveya birçîkirina şêniyan de bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên resen tê meşandin.

REVANDIN Û KUŞTIN

Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine kiryarên revandin û kuştinê dimeşînin û li beramberî serbestberdana wan "fidyeyê" ji malbatên wan dixwaz in. Ev siyaset şêniyan neçar dikin ku koçber bibin.

Çeteyên Tirkiyê di hefteya yekem a dagirkirina herêmê de du kurên rêveberê berê yê kampa Ey Îsayê Celal Eyaf, Hesen Eyaf (16) û Ebdulrehman Eyaf (18) revandin, heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Çeteyan ji bo serbestberdana wan 22 milyon fidye ji malbatê xwest.

Her wiha ji eşîra Bû Esaf a Ereb 10 sivîla revandin û fideya 12 milyon lîreyên sûrî û du kamyon xwestin, her wiha ji gundê Dadat ku piraniya niştecihên wê Tirkmen in bi dehan ciwan revandin.

Di 4‘ê kanûna 2019‘an çeteyên dermanfiroşek ji gundê Sukeriyê yê rojavayê bajarê Girê Spî revandin. Sedema revandinê ew e ku dermanfiroş cûryeke dermanê ku çeteyan dixwaze neda wan ku ne bi reçeta bijîşkan be nabe were firotin.

Çeteyan li gundê Zeydî yê 30 km dikeve bakurê navçeya Silûkê avêtin ser 5 malan, 20 kes revandin ku piraniya wan zarok bû û malbatên din ên ji pêkhateyên Ereb koçber kirin. Her wiha girtin ser malên sivîlan ên li bajarokê Eyn Erûs û hejmarek ciwanên gund revandin.

Li aliyekî din çeteyên ser bi Tirkiyê ve li pêşberî çavê cîhanê tevliheviyê derdixîne. Çeteyan êrişî dukandarê bi navê Hisên Zemil ê ji taxa Cisir kirin ku 60 hezar lire deyn dabû çeteyan. Dema Hisên deynê xwe xwest çeteyan li pêşiya welatiyan ew lêdan kirin û heqaret lê kirin piştre jî dukan talan kirin û karkerê tê de dixebitî qewitandin.

Çeteyên navê Cebha Şamiyê li xwe dikin bê sedem girtin ser du dukanên telefonên destan "Temahî" û "Xelîl Şewax" û xwediyên wê revandin û dukan talankirin.

Di çarçoveya kiryarên qetilkirinê de çeteyên li gundê Erîda yên bakurê navçeya Eyn Îsayê şêniyên Mehmûd Zahir (60) û Berho Elo (65) qetil kirin, sedemên qetilkirina herdu sivîlan nehat diyarkirin.

Her wiha ajokarê teksiyê Emar Hecî ku çeteyan jê xwestibû wan bighîne cihên dixwazin, ji aliyê çeteyan hate revandin û bi awayekî hovane hate qetilkirin.

GIRTÎGEHA ÊŞKENCEKIRINA ZAROKAN

Çeteyan zulm û zext li malbatên Kurd dimeşîne û wan di gunde asê kirin. Ev tişt bi malbata Mihemed Bozan Seyid hate kirin ku çeteyan ew ji gundê Celkê yê bakurê navçeya Eyn Îsayê revandin û êşkence kirin.

Malbata Mihemed Bozan di bin hikûmê çeteyên Tirkiyê de ma, zulm û êşkence û dorpêçkirin lê hatiye ferzkirin. Dîsa jî çeteyan ji heman gundî 4 zarok ku temenê wan di navbera 13 û 15 salî de ne revandin.

Malbatê bi zehmet dikarî ji gund derkeve û xwe bighîne nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Eyn Îsayê. Lê heta niha çarenûsa zarokên hatine revandin, ne diyar e.

Çavkanî destnîşan dikin ku girtîgehên çeteyên li gelek gundên Girê Spî hene û bi dehan zarok û ciwan di girtîgehan de ne têne îşkencekirin.

DESTDIRÊJIYA LI SER JINAN

Bi dagirkirinê re û vegera çeteyên DAIŞ‘ê yên berê li herêmê zext û zor li ser jinan zêde bûn. Li jinan hate ferzkirin ku cilên reş li xwe bikin û rûyê xwe veşêrin.

Çeteyên li taxa Cisir dest avêtin jinekê, li hemberî vê yekê şêniyan nerazîbûn nîşan dan û li pêşiya baregehên çeteyan xwepêşandan lidar xistin. Piştre baregeh şewitandin. Li aliyekî din çeteyan ji gundê Hiwêcayê 3 jin revandin û birin cihekî ne diyar. Her wiha jina bi navê Yara Ehmed a ji Eyn Erûs  bi hinceta ku destê wê di teqînên li herêmê de heye, hate revandin û îşkencekirin.

Li ser mijarê Rêvebera kampa koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf Xelîl destnîşan kir ku rewşa jinên li herêmên dagirkirî zehmet e, li ser wan zext têne kirin û têne astenkirin.

Fadiya da zanîn ku ew bi jinên li herêmên dagirikirî re di nava peywendiyan de ne, diyar dikin ku di nava tirsê de ne û ti aliyên mirovî tuneye ku wan ji binpêkirinan biparêze.

WÊRANKIRINA MALAN

Dagirkeriya Tirk ji koçberkirina niştecihên resen têr nebe. Li gundên Kormazatê yê başûrê bajarê Girê Spî bi tirêksan malên sivîlan rûxandin. Li gundê Hiwêca mala Fadil Şiblî jî bi hinceta ku çekên dewleta Sûriyê di mala wî de hene, hene rûxandin.

‘DAGIRKER DERKEVE’ DIRUŞMA SERHILDANA GEL E

Xelkê Girê Spî bi taybet êşîrên Ereb li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirk li herêmê derketin, nemaze piştî ku kesên ji eşîra Begara ya navdar ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û êrişî jinan hatin kirin. Şêniyan li ser dîwaran dirûşmeyên wekî "Bimre Erdogan" û "Dagirkereî derkeve" nîvisandin.

Li Silûk, Eyn Erûs, Elî Baciliyê û navenda bajarê Girê Spî gelek caran xwepêşandan li dijî dagirkeriyê hatin lidarxistin û banga derketina dagirkeran ji herêmê hate kirin.

Fewaz Elî yê ji bajarê Girê Spî koçber bûye dibêje, eşîrên Ereb hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê red dikin.

Fewaz bang li eşîrên Ereb ên li herêmên dagirkirî kir "Divê ti kes li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk bêdeng nemîne. Bi serhildan û îradeya gel planên dagirkeriyê wê têk biçin. Eşîrên Girê Spî xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê bidomînin."

ÇETE JI BO LÎBYAYÊ TÊN ŞANDIN

Dewleta Tirk a dagirker di çaroveya planên xwe yên di axa Lîbyayê de çeteyên sûrî dişîne Lîbyayê. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, dagirkeriya Tirk derdora hezar çete bi pereyan ji Girê Spî şandin Lîbyayê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dagirkeriya dewleta Tirk çeteyên Cebha Şamiya, Cebha Şerqiya, Sultan Murad û Feyleq El-Mecid bi fonekê ku mehane 2 hezar dolar e şandin Lîbyayê.

ANHA


Mijarên Din