Li Girê Spî artêşa Tirk agirbest binpê kir, 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn

Li gundê Zenûbiya yê girêdayî Girê Spî, duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kirin û êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê kirin, di encamê de 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn.

Di heman demê de, îro saet 4:00 sibehê, du helîkpoterên artêşa Tirk a dagirker daketin gundê Zenûbiya û piştre vegeriyan. Li gund tevgereke zêde ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene, taybet balafirên keşfê yên artêşa Tirk û tangên wan.

(kc)

ANHA


Mijarên Din