Li girê dîrokî Til Beyderê xebatên restorekirinê

Gerînendetiya Şûnwar û Muzexaneyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi restorekirina gire dîrokî Til Beyderê kir. Parçeyên li gir ên herî zêde pêwîstiya wan bi restorekirinê û çavdêriya pisporan hebû, hatin restorekirin.

Gerînendetiya Şûnwar û Muzexaneyan a Herêma Cizîrê bi hevkariya Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê û bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî ya Parastina Şûnwaran li Herêmên Şer (Aliph), li Til Beyderê ya dîrokî dest bi xebatên restorekirinê kiriye.

Xebatên restorekirinê li parçeyên herî zêde ku pêwîstiya wan bi restorekirinê heye, pêk tên. Dîwarên zirar dîtine bi çavdêriya pisporan  tên çêkirin. Her wiha madeyên kevn tên bikaranîn û depoyek ku berê ji bo parastina şûwarên girêdayî şandeyên li herêmê kar dikin, tê restorekirin.

Xebatên restorekirinê li parçeyên binesaziyê ku ji ber rewşa hewa ya xerab zirar dîtine, pêk tên, valahiyên çêbûne tên dagirtin û gihayên bizirar tên rakirin.

Hêjayî gotinê ye ku Til Beyder 35 km li bakurê bajarê Hesekê dikeve û li wir gelek şaristaniyên dîrokê wekî Aşûrî, Mîtanî û Meqdûnî rabûn. Lê ya herî girîng û herî zêde geş bûye Memleketa Nabada bû ku vedigere 3 hezar sal beriya zayendê, ew bajar bi du sûran (hundirîn û derve) û hin deriyan dihat parastin. Her wiha gelek koşk û cihên olî girêdayî wê bûn.

Li herêma Cizîrê zêdetirî hezar cihên dîrokî hene ku dîroka wan vedigere serdemên cuda yên dîrokê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din