​​​​​​​Li gelek bajaran bi boneya 15'ê Tebaxê çalakî hatin lidarxistin

Bi boneya salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê li Kobanê, Minbic, Tebqa û Şehbayê çalakî hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tev li şahiyekê bû ku Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Qenayê ya herêma Firatê li rojavayê Kobanê orgenîze kiribû.

Di şahiyê de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî axivî û ev bone li pêkhateyên herêmê pîroz kir û got, dem dema serhildana gelên herêmê li hember dagirkeriya Tirk e û têkbirina wê ye.

Firyal Temî wiha domand: “Hemû pêkhateyên herêmê xwedî şehîd in ku ji bo parastina ewlehiya herêmê canê xwe feda kir. De werin bi hev re û bi yekitiya xwe dagirekriyê têk bibin, hevgirtina xwe xurt bikin da ku planên wê vala derxin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.”

Di şahiyê de hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê stran.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi heman boneyê, şahiyek li Kobanê li dar xist. Bi dehan malbatên  şehîdan tev li şahiyê bûn.

`KÎ LI DÛR FIKRÊ RÊBERTÎ MEŞIYA SERÎ NATEWÎNE `

Di heman çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê meşek bi meşaleyan li dar xist.

Meş ji Girê Meştenûr dest pê kir ku li Kobanê sembola destanê ye û li Qada Jina Azad rawestiya.

Li qadê meş veguherî mîtingê. Di mîtingê de hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û got: “Heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku ev roj rojeke dîrokî ye. Pêngava 15`ê Tebaxê giyanê li herêmê vegerand. Bi saya rêber Ocalan û hevalên wî, em ji tariyê xilas bûn.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Li Minbicê li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê, meşek bi meşaleyan hat li darxistin.

Meş ji navenda ciwanan a li bajêr dest pê kir û li çerxeriya Cizîrê veguherî mîtingê.

Li Tebqayê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, çalakiyek bi wesyîtan li dar xist. Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê  hatin şermezarkirin û berxwedana gerîla û QSD`ê hatin silavkirin.

Bi dehan şêniyên bajêr tev li çalakiyê bûn û wêneyên rêber Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Sûriya Pêşerojê hildan û li dijî êrişên dagirkeriya slogan berzkirin.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê, bi sedan şêniyên herêma Efrînê tev li meşeke girseyî ya bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bûn.

Meş ji naverasta navçeya Fafînê dest pê kir û bi siloganên silavkirina berxwedana gerîla li kolanên wê geriya.

Meş li qada navenda Fêrkirina Ajokariyê ya li navçeyê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, Emîne Hec Ebdo diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi berxwedana gerîla hîn jî didome û got: “Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker berhema Pêngava 15’ê Tebaxê ye û divê em wek ciwan xwedî lê derkevin.”

Emîne Hec Ebdo bang li gel kir ku asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê, Reşîd Silêman wiha anî ziman: “Em îro dibînin çawa gerîla li Zap, Avaşîn û Metîna li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, ev berxwedan  mîrateya Pêngava 15’ê Tebaxê ye.”

Piştre şahiyek hat lidarxistin. Koma Şehîd Sosin Bîrhat a girêdayê Tevgera Hîlala Zîrîn a çand û hunerê û hunermend Newroz Silêman stran gotin.

 (şx-mh)

ANHA


Mijarên Din