Li gel şert û mercên dijwar mewsima zeytûnê

Di dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê mewsima zeytûnê talan dikin de, şêniyên Efrînê yên li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrewa jî di bin şert û mercên zehmet de dest bi çinîna mewsima zeytûnê kirine.

Di dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê mewsima zeytûnê talan dikin de, şêniyên Efrînê yên li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrewa jî di bin şert û mercên zehmet de dest bi çinîna mewsima zeytûnê kirine.  Ji aliyekî ve dewleta dagirker û çeteyên wê şêniyên kantona Şehbayê û gundên Şêrawayê didin ber topan, ji aliyekî ve şênî mewsima zeytûnê diçinin. 

Her sal di meha Cotmehê de şêniyên herêma Efrînê dest bi berhevkirina hilberîna zeytûnê dikin. Lê şêniyên kantona Efrînê ji du salan ve ji berhevkirina hilberînên xwe bê par mane. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Di encamê de şênî neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Kesên li Efrînê mane jî bê erêkirina çeteyan û dayîna baçeyan ên ku ji hilberînê zêdetir in, nikarin biçin nav zeviyên xwe û berhev bikin. Li rex wê jî artêşa Tirk û çeteyên wê hilberînên mayî talan dikin.

Li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa yên rizgarkirî, şêniyan dest bi berhevkirina hilberînên xwe kirin. Lê kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tevî hedefgirtina gundan karê wan asteng dike û jiyana wan dixe xeteriyê. Dagirkerî û çeteyên wê bi zanabûn ji çend roj carekî herêmê topbaran dikin. Ji bo ku nehêlin şênî biçin nav zeviyên xwe û hilberîna zeytûnê berhev bikin. Tevî wê jî agir bi zeviyan dixin.

Lê şênî li hember van xeteriyan disekinin û bi hev re kar dikin da ku hilberînê zû berhev bikin.

Lê kargehên guvaştina zeytûnê li Şehbayê kêm in. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê dema herêm dagir kiribûn kargehên herêmê talan kirin û firotin Tirkiyê.

Li rex hewldanên Tikriyê ji bo guhertina demografiya Efrînê, dagirkerî hewl dide şerê hawîrdorê bike. Ji bilî şewitandina daran bi armanca çewisandin û xirabkirina hawîrdorê, daran qut dike û di sûkên Ezazê  û Tirkiyê de difroşe.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Desteya Aborî û Çandinî ya herêma Efrînê Muşîre Mele Reşîd ji ajansa me re got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi destpêkirina mewsima zeytûnê re nahêlin şêniyên gund û navçeyên Şêrawa nêzî zeviyên xwe bibin. Tevî wê jî zevî û gundên tijî sivîl topbaran dikin."

Mûşîre destnîşan kir ku ji destpêka êrîşên li ser kantona Efrînê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran darên berhemdar qut kirin û wiha axivî: “Dagirkerî dîwarê parçekirinê di navbera gundên Efrîn û Şêrawayê de lêkir. Ji ber wê bi sedan dar hatin qutkirin û  şewitandin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din