Li gel aboriya binketî û gendeliyê gelo çarenûsa gelê Sûriyê çi ye?

Gelê Sûriyê di rewşeke aborî ya dijwar de ye piştî ku ji sedî 90 ji wan gihaştin sînorê xizaniyê, li gel gendeliya berfireh a hikumetê û bazirganên şer ên ku gel tenê ji bo berjwendiyên xwe bi kar tînin. Ev rewşên xitimandî gelê Sûriyê ber bi çarenûseke nediyar ve dibin.

Piştî 10 salan ji aloziya berdewam, li gel gendeliya berfireh ya di saziyên hikumeta Şamê de ku dixwaze li ser desthilatê bimîne, bêyî ku azarên şêniyan di ber çavan re derbas bike, xelk li deverên di bin kontrola hikumeta Şamê de ji birçîbûnê ditirse.

KRÎZA ABORÎ

Ji ber ku aloziya Sûriyê veguherî aloziyeke leşkerî, hikumeta Şamê û komên ku navê opozîsyonê li xwe dikin, çek li dijî hev du bi kar anîn. Di encama wêrankirina binesazî û kargehan de veguherî qada şer û rewşa aborî ya welat xirabtir bû.

Van şeran bandor li nirxê lîreyê Sûriyê kir. Di destpêka aloziyê de nirxê lîreyê Sûriyê li hemberî dolar derdora 47 lîre bû. Lê niha piştî 10 salan nirxê wê gihaşt derdora 3 hezar û 500 lîreyî.

Di vî warî de Mistefa S. ku di saziyeke hikumeta Şamê de karmend e, got: “Nirxê dolar ji sibê ta êvarê tê guhertin.”

Bi vê rabûna nirxê dolar re û dorpêça li ser hikumeta Şamê hatiye ferzkirin bi taybet ku Qanûna Qeyser di nîvê sala 2020`an de ket meriyetê, hişt ku pirsgirêkên welatiyan kûrtir bibin. Bi destpêkirina aloziya li Lubnanê re, ev pirsgrêk zêde bûn.

Krîza aborî û darayî ya li Lubnanê bandor li rewşa Sûriyê kir. Demên berê Lubnan ji bo wergirtina dolaran Sûriyê bi kar dianî. Lê qelsbûna aboriya Lubnanê û bêçarebûna hikumeta wê hişt ku aloziya darayî derkeve.

Di van şert û mercên jiyanê yên dijwar de ji bo welatiyan li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de vîdeoyên der barê bandorên xirab ên şerê 10 salan li Sûriyê de, derbeya li ser lîreyê Sûriyê, çawa dewleta dagirker a Tirk pereyên xwe li ser welatiyên Sûriyê li herêmên ku dagir kirine, bi lez belav kir û şênî li şûna pereyên xwe yên nîştimanî berê xwe didin dolaran, belav bûn.

Têkildarî vê mijarê de analîzvan diyar dikin ku bêaramiya aborî bi awayekî mezin bandorê dike ku bazirgan li herêmên cuda yên Sûriyê diravên biyanî bi kar bînin.

Beriya destpêkirina şerê li Sûriyê di 2010`an de, Banka Navneteweyî Sûriye wek welatekî xwedî  dexlê navîn ku bi lez pêş dikeve, bi nav kir. Sûriyê xwe dispart çandinî, petrol, pîşesazî û turîzmê.

Lê piştî 10 salan ji destpêkirina aloziyê piraniya gelê Sûriyê xizan in. Têkildarî vê yekê wekîlê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê kar û barên mirovî Martin Griffiths di destpêka Îlonê de di dawiya serdana xwe de ya ji Sûriyê, Lubnan û Tirkiyê re ku 7 rojan dom kir, got derdora 13.4 milyon kes li Sûriyê bi giştî pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Beriya wê jî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya girêdayî NY`yê di destpêka salê de ragihand ku 12.4 milyon kes li Sûriyê ku ji ber şer wêran bûye, nikarin xwarinê peyda bikin, li gel ku ev dane sala beriya wê 9.4 milyon bû. 

WFP`yê got li gorî encamên nirxandina neteweyî ya di dawiya sala 2020’an de ji sedî 60`ê niştecihên Sûriyê niha di nava bêewlehiya xwarinê de ne.

Her wiha WFP`yê di destpêka 2021`an de piştrast kir ku buhayê madeyên xwarinê li hemû deverên welêt 33 caran bihatir bûye.

Li aliyekî din nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) şaxê Sûriyê Akjmal Magtimova got zêdetirî ji sedî 90`ê niştecihên Sûriyê di bin xeta xizaniyê de ne.

GEL TEHEMUL NAKE

Gelê Sûriyê dibêje hikumeta Şamê berpirsa nebaşiya rewşên aborî, belavbûna bêkariyê û xizaniyê li welêt e. Di vî warî de şêniyê bi navê Seîd X. got tenê ji ber planên binkeftî yên hikumeta Şamê bê karî zêde bû.

Ebdulkerîm Hisên ku bavê 5 zarokan e, got: “Mûçeya min 100 hezar lîreyê Sûriyê derbas nake. Ev mûçe têrê nake ku xwarinê bikirim. Ez derdora 25 hezar lîreyan ji bo veguhastina di nava bajêr de, didim. Pere têrê nakin ez deyn dikim. Gelo ev hal dê heta kengî wisa bidome?”

Di hefteya borî de nirxê lîreyê Sûriyê gihaşt 3 hezar û 500 dolarî. Di encamê de karîna kirînê ya karmendên hikumetê daket ku mehane derdora 100 hezar lîre digirin. Vê yekê bandor li nirxên madeyên xwarinê yên ji derve tên kir, mîna şekir, qehwe, ard û birînc ku beriya nirxê lîre wisa dakeve, 3 caran zêde bûbû.

Analîzvan destnîşan dikin ku hikumeta Şamê dizane ku gel êdî zêdetirî vê rewşê tehemul nake. Lewra hikumet ji bo ku rewşê kontrol bike ji aliyekê zextê dike ji bo ku tevgerên bazirganên şer sînordar bike.

Girêdayî vê mijarê analîzvanê aborî Kerîm El-Rîfaî got: "Qeyrana li Sûriyê, encama bilindbûna buhayên madeyan e."

El-Rîfaî piştrast kir ku şer ji bo gelekan derfetên bidestxistina qezencê peyda kirin û pê re dizî û talankirin bi awayekî berfireh belav bû.

Talankirina herêmên ku hikumeta Şamê dîsa kontrol kirine, bû sedem ku gelek şênî aciz bibin. Rojnamevan Rîda El-Başa yê li Helebê dimîne talankirin bi şermok bi nav kir.

GENDELIYA DI NAVA SAZIYÊN HIKUMETÊ DE

Gendeliya di nava saziyên hikumeta Şamê de belav bûye, bû sedem ku Sûriyê li ser asta cîhanê di lîsteya dewletên herî zêde gendelî tê de hene di rêza 4`an de be.

Li paytexta Sûriyê Şamê mirov nikar bi hêsanî karekî mûçeyekî bilind bi dest bixe. Ji bo wê jî wasta yan jî ahbabçewîştî yan jî rişwet pêwîst e.

Der barê rewşa aborî de ya li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de berpirsekî ku nexwest navê xwe eşkere bike D.M. yê ji Lazîqiye got ji bo gelê Sûriyê sala borî ji aliyê aborî ya herî dijwar bû. D.M. hişyarî da ku heke ev rewş wiha bidome dê welat ber bi çarenûseke nediyar ve biçe.

D.M. piştrast kir ku gendelî pirsgirêka herî mezin e ku aboriya nîştimanî berdêla wê dide û wiha domand: “Genedelî cudahiya di navbera çînên civakê de kûrtir dike.”

BANDORÊN DIN

Kêmbûna nirxê lîreyê sûriyê di çend salên dawîn de û bilindbûna nirxên madeyên bingehîn û tunebûna hinekan, nebûna derfetên kar û zêdebûna hejmara keysbazan û bazirganên aloziyan ku destekê ji hikumeta gendelî digirin, rê li pêşiya gelek diyardeyan vedike ku dê di pêşerojê de bandorê li gelê Sûriyê bike.

Diyardeya xebitandina zarokan bi awayekî zêde belav bûye. Li şûna ku zarok biçin dibistanê, di karên dijwar de kar dikin. Jinên ciwan jî bi zorê tên zewicandin. Dîmenên xizanî û parsekî li ser malperên medya dijîtal zêde bûye. Êdî em dibîsin ku malbat ji bo pere û xwarinê ji endamên din ên malbatê re peyda bikin, zarokên xwe difroşin.

Xuyaye azarên ku gelê Sûriyê çi li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de yan jî di nava kampên li Sûriyê û dewletên cîran de, dê berdewam bike ta ku gel li hemberî hikumetê dibe yek û xwedî yekhelwest bin. Kesên ku xwe bi muxalef bi nav dikin, ji bo pêkanîna ajandeyên dewletên derve li ser hesabê gelê Sûriyê bûne amûr.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din