Li Finlandiyayê bi boneya cejnê, kurdistaniyan serdana gora şehîd Kendal kirin

Kurdistaniyên li Finlandiya Espo bi boneya Cejna Qurbanê, serdana gora gerîllayê şehîd Kendal Serhat kirin.

Bi boneya Cejna Qurbanê Kurdistanî serdana gora gerîllayê HPG`ê şehîd Kendal Serhad kirin. Şehîd Kendal demek dirêj di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de tekoşîn dikir, ji ber rewşa tenduristî berê xwe dabû welatê Fînland û li wir ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Li ser gora şehîd, endamê NCDK Deştî Çiya behsa jiyan û têkoşîna şehîd kendal kir.

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Heval Sultan jî behsa rola xebata şehîdan kir û soza şopandina rêya wan da.


Mijarên Din