Li Filistîn û Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li Filistînê bû 115. Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li Îsraîlê gihaşt 4 hezar û 347 kesan, ji wan rewşa 80 kesî giran e.

Berdevkê hikumeta Filistînê Îbrahîm Milhim got Wezareta Tenduristiyê hejmareke nû ji nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên cuda yên El-Difa El-Xerbiye û Qudsê qeyd kir.

Milhim diyar kir ku hejmara giştî nexweşên vîrusê li El-Difa El-Xerbiye û Xezayê piştî nexweşên nû bilind bû û gihîşt 115 kesan ji wan 18 kes baş bûn û kesek jî mir.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê jî ragihand ku hejmara nexweşan li Îsraîlê zêde bûye û gihîşt 4 hezar û 347 kesan, ji wan rewşa 80 kesan giran e û bi dehan nexweşên nû jî hene.

Beriya niha jî Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê got ji ber koronayê 15 kes mirine.

Di dawiya meha derbasbûyî de hikumeta Filistînê rewşa awarte li xaka Filistînê ragihand ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigire.

(bx)

ANHA


Mijarên Din