Li Filistînê li dijî plana Îsraîlê ‘Roja hêrsa gel’

Tê payîn ku îro çalakiyên gel bi navê "Roja hêrsa gel" li xaka Filistînê dest pê bikin, ew jî li dijî plana tevlêkirina Difa El-Xerbiyê bi ser xaka Îsraîlê ve ye.

Dê îro li Difa El-Xerbiye û Xezayê ji bo şermezarkirin û redkirina plana tevlêkirina Difa El-Xerbiye ya bin serweriya Îsraîlê de ya hikumeta Îsraîlê ku dê îro ragihîne, çalakiyên gel dest pê bikin.

Komên filistînî diyar kir ku ji îro anku 1’ê Tîrmehê ve ‘Roja hêrsa gel’ li xaka Filistînê ye.

Her wiha gelek çalakiyên gel di rojên borî de li Xeza û Difa El-Xerbiye li ser redkirina plana Îsraîlê hatin birêxistinkirin.

Girêdayî heman mijarê, kanala KAN a Îsraîlê şeva berê nexşeyên destpêkê yên plana tevlêkirina Îsraîlê eşkere kirin, her wiha tê de hin guhartin li ser plana serokê Amerîkayê Donald Trump a ‘Peymana Sedsalê’ heye.

Di nexşeyan de tê destnîşankirin ku hin guhartinên bingehîn li Difa El-Xerbiye bi rêya berfirehkirina herêmên derdora wê bi tevlêkirina zêdetirî 20 nuqteyan ku di Peymana Sedsalê de tune bûn, hene.

(fr)

ANHA


Mijarên Din