Li Filistînê ev 2 roj e haletên Koronavîrusê nehatine tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 2 rojên dawîn de rewşên Koronavîrusê nehatine qeydkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku hejmara kesên bi vîrusê mirine gihaşt 248 kesan.

Li Filistînê ev du roj e Wezareta Tenduristiyê rewşên Koronavîrusê (Covid-19) tomar nekirine.

Wezîra tenduristiyê Mey Kîlê anî ziman ku di nava 24 saetan derbasbûyî de derdora hezar testan encamên wan negetîf bûn, bi vê yekê ev du roj e li Filistînê rewşên vîrusê nehatine tomarkirin.

Mey Kîlê wiha got: "Ji beriya 2 rojan ve hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 547 kesan, ji wan 312 kes ji parêzgeha Qudsê ne, 215 kes jî ji Difa El-Xerbiyê ne û 20 jî ji Xezayê ne." Mey destnîşan kir ku 222 kes hîn jî nexweş in, ji wan 133 kes ji Qudsê ne, 83 kes ji parêzgehên din ên Difa ne û 6 jî ji parêzgeha başûr in.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê  jî 15 haletên nû yên Koronavîrusê belge kirin. Wezaretê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku bi giştî hejmara kesên bi vîrusê ketine, gihaşt 4 hezar û 826 kesan.

Her wiha parve kir ku heta niha 16 hezar û 458 kes bi vîrusê ketine, 11 hezar û 384 kes baş bûne û rewşa 65 kesan jî xerab e.

 (eh)


Mijarên Din