Li Ezaza teqîn

Di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li ser rêya Ezaz û gundê Neda yê rojhilatê bajar de, kuştî û birîndar çêbûn. Herêma Ezazê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Çavkaniyekî herêmî ji ANHA`yê re ragihand ku teqîn bi rêya erebeyeke bombebarkirî ya cureya cîp pêk hat. Di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Li herêmên dagirkirî wekî Ezaz, Bab, Cerablus, Idlib û Efrînê rojane teqîn rû didin û rewşa ewlehiyê tevlihev e.

(kc)

ANHA


Mijarên Din