Li Ezazê teqînekê rû da

Beriya niha bi çend kêliyan bombeyek bi erebeyeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve li bajarê Ezaz ê bakurê Helebê ve teqiya.

Çavkaniyan ji herêmê diyar kir ku beriya niha bi çend kêliyan bombeyek bi erebeyeke polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve li bajarê Ezaz ê bakurê Helebê ku di bin dagirkeriya çeteyên artêşa Tirk a dagirker de ye, teqiya.

Çavkaniyan got teqîn li ser rêya di navbera herêma Ezaz û Kefer Kelbîn de pêk hat.

Di encma teqînê de kuştî û birîndar çêbûn. Her wiha heta niha tu aliyan teqîn negirtiye ser xwe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din