Li Ezazê teqîn: Çeteyek hate kuştin

Li herêma Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di wesayita çete Elî Tamir Şêx de teqînek pêk hat, di encamê de çeteyê alîkarê wî hate kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane,  li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di wesayita çete Elî Tamir Şêx de teqînek pêk hat, di encamê de çeteyê alîkarê wî hate kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete Elî Tamir Şêx serokê "meclisa herêmî ya bajarokê Soran ê herêma Ezarê ye" ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin.

Heta niha ti alî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA


Mijarên Din