Li Ezazê teqîn: 1 kuştî, 6 birîndar

Li bajarê Ezazê yê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin di encama teqînekê de kesek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku teqîn vê sibehê li nêzî mizgefta Muteyem a taxa Senter a navenda bajêr pêk hat.

Çavkaniyan diyar kir ku teqîn bi rêya motorsêklêteke bombebarkirî pêk hat û di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Bekirî Ebûd ê ji navçeya Til Rifetê hate kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan kesên birîndar bûn ev in, Mehmûd Mihemed El-Erîd ji Ezazê ye 45 salî ye, Mehmûd El-Ehdeb ji Cebrîn 49 salî ye, Mustefa Mihemed Dehîl ji Ezazê ye 16 salî ye, Weysî Mihemed Şêxo ji Ezazê ye 16 salî ye, Ehmed Raxib El-Necim ji Ezazê ye 16 salî ye û Hanî El-Salih ji Ezazê ye 21 salî ye.

ANHA


Mijarên Din