Li Ezazê mayinek teqiya

Li bajarokê Exterîn ê girêdayî herêma Ezazê yê bakurê rojhilatê Helebê mayinek teqiya.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA`yê diyar kir ku li bajarokê Exterîn ê girêdayî bajarê Ezazê ku di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de ye, mayinek teqiya. Hate zanîn ku mayin bi erebeyeke ji cureya Van a çeteyan ve teqiyaye.

Heta van kêliyan jî tu agahî der barê ziyanên teqînê de nehatine diyarkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din