Li Ezazê mayinek teqiya: Çeteyek hate kuştin

Çeteyekî dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de yên li bakurê Sûriy, bi mayinekê hate kuştin.

Beriya kêliyekê mayinek li ser rêya Cazir Kilcibirîn a herêma Ezazê bi çeteyekî artêşa Tirk a dagirker de teqiya.

Çavkaniyên ji herêma Ezazê da zanîn ku di teqînê de gelek birîndar jî hene.

Li herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyê de rewşa aloz didome. Bi domdarî çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên kuştin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din