Li Eyn Îsayê hezar koçber bi cih bûne, meclisa herêmî banga alîkariyê kir

Li gorî belgeyên Meclisa Navçeya Eyn Îsayê di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Girê Spî û dagirkirina bajar de heta niha hezar şêniyan xwe spartiye navçeyê.

Meclisa Navçeya Eyn Îsa ya Bakurê Sûriyê hejmara şêniyên Girê Spî yên ku ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk  a dagirker xwe spartiye navçeyê belge dike da ku wan bi cih bike û pêwîstiyên wan bi cih bîne.

Heta niha hezar koçber li navenda navçeyê û gundên wê bi cih bûne.  Gundên navçeyê li ser firehiyeke mezin belav dibin, ev yek xebata hejmartina koçberan asteng dike, nemaze ku piraniya wan li gel xizmên xwe dimînin.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Navçeya Eyn Îsa Ebîr Himmêdî diyar kir wan heta niha zêdeyî hezar koçber belge kirine, 712 li navçeyê û 358 jî li bajarokê Hîşayê ne.

Meclisa Eyn Îsayê bi derfetên heyî alîkariyên pêwîst pêşkêşî koçberan dike. Meclisê bi hevkariya hin rêxistinên herêmî heta niha 200 lître mazot ji bo sobeyan li her malbatekê bê pere belav kir. Her wiha ava vexwarinê, paketên xwarinê, cilên zarokan heta temenê 15 saliyê belav dike.

Ebîr bang li tevahî rêxistinên mirovî û alîkariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariyan ji koçberên li navçeyê re bişînin, ji ber ku rewşa jiyanî zehmet e. Ebîr diyar kir ku piraniya malbatên ji herêmên xwe hatin koçberkirin, tiştek bi xwe re ranekir.

Li gorî serjimara Meclisa Kantona Girê Spî ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Girê Spî ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de dest pê kir, 65 hezar kes koçber bûn. Piraniya wan li bajarên Reqa û gundewarê wê, hinên din jî li navçeya Eyn Îsayê ne.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Girê Spî li gundê Til Semin ê li başûrê rojavayê Eyn Îsayê kampek vekir. Kamp bi dehan malbatan dihewîne û di aliyê rêveberiyê de girêdayî bajarê Reqayê ye.

ANHA


Mijarên Din