Li Eyn Îsayê di van 2 salên dawîn de pêşdeçûneke balkêş

Li navçeya Eyn Îsayê li tevahî aliyan di van 2 salên dawîn de bi saya rola ku komîte, meclisên rêveberiyê û saziyên civaka sivîl di rêxistin û xizmetguzariyê de lîstine, pêşdeçûneke zêde pêk hatiye.

Navçeya Eyn Îsa girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê ye. Nêzî 70 hezar şênî ji Ereb û Kurd ji tevahî êl û qebîleyan hene. Her wiha jî 13 hezar koçber li kampa Eyn Îsa hene û bi sedan malbat li kampên bê ser û ber li gundewarên navçeyê belav bûne.

Rêbazên jiyanê ku şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê pê derbara xwe dikin, cur bi cur in. Di rêza yekemîn de şênî debara xwe bi çandiniyê dikin û dûre xwedîkirina sewalan tê û di rêza sêyemîn de jî bazirganî ye.

Meclisa Gel a navçeya Eyn Îsa li taxan zêdetirî 140 komîn ji navçe û her sê şaredariyên girêdayî wê; Hêşe, Ebû Xerze û Elî Baceliyê bi rêxistin kirin.

Di navçeyê de di van 2 salên dawîn de ji aliyê tenduristî, xizmetguzarî û perwerdeyê ve pêşketinên baş bi saya keda şênî, saziyên civaka sivîl rû dan. Li rexê jî tevgera avahîçêkirinê li navçe û gundewaran bi pêş ket. Hejmara ruxsetên ji bo avahiyan ên ji hêla şaredariyan ve hatine dayîn, bi sedan e.

Ji aliyê xizmetguzariyê ve şaredariyên li navçeya Eyn Îsa gelek proje bi dawî kirin. Nexasim jî sererastkirina rêyên zirar dîtine. Her wiha jî torên av û kanalîzasyonê jî çêkirin.

Di vê çarçoveyê de, Nûr Emîn endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsa li ser hin xebatên ku ji şêniyan pêşkêş kirine, axivî û wiha got: "Piştî avakirina komîteyê, hin pêdiviyên pêwîst ji şêniyan re dabîn kirin. Bi taybet sererastkriina rêyên li navçeyê. Hê jî xebata wê ta niha berdewam e. ji wê jî zêdetir projeya ronînkirinê, xemilandina keviyên rê, jinûveavakirina çerxerêyên li hundirê navçeyê û xemilandina têketinên rojhilat û rojava ve, hatin pêkanîn."

Nûr îşaret pê kir ku paqijî li gel komîteyê ya girîngtirîn e. Her wiha di bajarok de 2 alav  û zêdetirî 10 xebatkar rojane dixebitin. 2 tîmên agirkujiyê ji 2 erebe û 6 endaman pêk tên, hene. Her wiha van tîman zêdetirî 300 şewat li zeviyên çandiniyê vemirandin.

Ji aliyê perwerdekirinê ve, Komîteya Perwerdeyê bi tevahî kadroyên ku li ser pêşxistina beşê disekinin. Li bajarok 140 dibistan hene û zêdeyî 17 hezar xwendekarên ji navçe û gundewarên wê dihewîne.

Li gorî endamên berpirsiyar ên Komîteya Perwerdeyê li navçeyê, 600 mamoste da ku li ser perwerde û fêrkirina bi hezaran xwendekar çavdêr bikin, gihandine. Meteryala dibistanê bi giştî bi hevkariya bi aliyên pêwendîdar ên kantonên Girê Spî û Kobanê re, hatin peydakirin.

 

 

Li aliyekî dîtir jî li navçe û gundewarên wê 8 firneyên nan li şêniyanhene. 3 ji wan li Eyn Îsa, li Hêşe , li Elî Baceliyê, li Şerkerak, Kormaze, Şêx Hesen. Komîteya Aşan jî ard li firinan belav dike.

Her wiha Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a piştevaniya şêniyên navçe û gundewarên, xizmetguzariyên bijîşkî û derman ji deh rewşên rojane re, bê pere ne. Li gundê Hêşê jî navendeke tenduristiyê ya girêdayî rêxistinekê heye. Xebatên xwe bi Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Gel a navçeyê re koordîne dike.

 Komîteya Elektrîkê jî piştî kedên salekê li ber xwe dane, elektrîk ji şêniyan re bêyî qutbûnê û fatoreya mehane ya bi 2 hezaran, çêkir.

Pirsgirêka yekemîn a şêniyên navçeyê û parçeyek ji gundewar dabînkirina ava vexwarinê ye. Ew jî li ser xebata stasyona elektrîkê ya Zahîre ya li gundewarên başûr ên navçeyê disekine. Stasyon avê dide gundên bakurê Reqayê jî. Lê hin caran di rojê de qut dibe û bi wê re jî av li navçeyê qut dibe.

Komîteya Avê ya Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa projeya ava Felîhiyê 2 bîr ku nêzî ji sedî 25 avê dide malên navçeyê, sererast kir.  Her wiha 4 stêrên avê yên şaredariyê avê di dema qutbûna elektirîkê de li şêniyan belav dike.

Endamên komîteyê îşaret pê kir ku pirsgirêka kêmbûna avê li Hêşe hat çareserkirin. Ji ber ku stasyona ava vexwarinê di mehên borî de hat sererastkirin. Lê bajaroka Ebû Xerze û gundên wê ji xezîneya bajarok vedixwin. Lê li bajarokê Elî Baceliyê pirsgirêka kêmbûna avê heye. Her wiha li bajarok xezîneyên avê ji şêniyan re hatine dabînkirin.

Endamên komîteyê diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka avê li navçeyê, çareserkirina qutbûna elektrîkê ye. Di derbarê vê yekê bi komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê re tê koordînakirin. Lê çarerserkirina pirsgirêkê li bajarokê Elî Baceliyê bi kolandina bîrê heye. Lê derfet jî niha tune ye.

Gelek şêniyên li navçeyê bal kişand ser kedên komîte û saziyên li navçe û gundewaran û got zêdekirina xizmetan dê bandorê bi awayekî erênî li rewşên şêniyên li herêmê bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din