Li Erîşa 138 dibistan hatin vekirin û şênî piştevaniya zarokan dikin

Li navçeya Erîşa 138 dibistan hatin vekirin û hê jî xebata vekirina 3 dibistanên dîtir da ku pêşwaziya xwendekar û kadroyên perwerdê bikin, didome.

Sala nû ya xwendinê li navçeya Erîşa ya girêdayî kantona Hesekê bi dewama rêveberiyê ya di 1’ê Îlonê de dest pê kir. Da ku dibistan ji hêla mamosteyan ve werin amadekirin û paqijkirin ku dest bi dewama xwendekaran di 15’ê mehê de bibe.

Ji bo garantîkirin perwerde bi awayekî baş bi rê ve diçe û encam bigihîne tevahî xwendekaran bi rêya xurtkirina mamoste û perwerdkirina wan a baş, tevahî mamoste di dewreyên bixurtkirinê re di havînê de li navçeya Şedadê, derbas bûn.

Dibistanên ku li navçeya Erîşa û gundewarên wê hatine vekirin 138 in û li ser xetên rojhilat û rojava belav dibin. Piraniyên dibistanan ên seretayî û navîn in.

Rêveberê Komîteya Perwerdê ya navçeya Erîşa Mistefa Abid tekez kir ku ji ber pêşwazîkirina mezin a ji hêla xwendekar a dibistanan û piştevaniya malbatên wan, hê jî hejmara dawî ya xwendekaran nehatiye girtin. Her wiha jî hê tomarkirin li piraniya dibistanan berdewam e.

Mistefa îşaret pê kir ku hê jî xebata vekirina li ser 3 dibistanên dîtir ji ber zêdebûna xwendekaran a îsal de pêk tê. Heta niha serjimariya giştî ya xwendekaran nehatiye girtin.

Mistefa bal kişand ser ku li gor pêdiviyan mamoste li ser dibistanan hatin belavkirin. Her wiha jî beşa yekemîn ji pirtûkan hat belavkirin. Niha jî li benda belavkirina beşa duyemîn a ji hêla Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ve ne.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Kantona Hesekê Jînda Ehmê anî ziman ku Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Herêma Cizîrê refên 10 û 11 bi beşên wê yên wêje û zanistî vekirin. Li gor wê pirtûkên qonaxa amadehî li ser dibistanan hatin belavkirin.

Jînda Ehmê bal kişand ser ku li ser dibistan û navendên perwerdê yên li navçeyên girêdayî kantona Hesekê digerin da ku birêvebirina perwerdê baş bê garantîkirin.

Jînda Ehmê wiha bi dawî kir ku ji ber ku hejmara xwendekaran pir e, pêwîstî bi pirtûk û mamosteyan heye û hewl didin dabîn bikin û tevahî derfetan pêk bînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din