Li eniyên şer ên Idlibê aramiyek heye

Li eniyên şer ên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de li herêmên Idlibê aramiyek heye û car caran jî dengê topan tê bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku beriya agirbesta yekalî (rejîma Sûriyê) ku ji aliyê Rûsyayê ve îro saet di 06:00`an dest pê kir, balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Orim ê mezin û derdora Kefer Naha ya bejahiya rojavayê Helebê çend caran bombebaran kirin. Di encama wê de Nexweşxaneya Îman a li navenda Orim a rojavayê Helebê ji xizmetê derket. Nexweşxana ya nexweşiyên jin û zarokan e.

Her wiha helîkopteran nêzî 8 bermîlên teqemeniyê avêtin bajarokê El-Tih ê bejahiya başûrê Idlibê. Hêzên rejîma Sûriyê jî bi dehan top û moşek avêtin herêmên Kefer Nibul, Has, El-Tih û Hîş ê bejahiya başûrê Idlibê û eniya Kebane, El-Xidir, navenda Meraned a bejahiya bakurê Laziqiyê. Ev yek di navbera saetên derengiya şevê heta saet 06:00`an pêk hat.

Li Idlibê ya dikeve herêma bêçek a 4`emîn û bi pêkanîna biryara agirbestê ku îro ji saet 06:00`an ve dest pê kir, topbaran hat sekinandin û aramiyek li eniyên şer heye. Her wiha balafirên şer ji saetên şevê ve derneketine asîmanê herêmê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got di agirbestê de car caran top ji aliyê hêzên rejîmê ve ber bi gundên bejahiya Meret Naman ve têne avêtin.

Rûsyayê duh agirbesta yekalî ragihand, îro jî rejîma Sûriyê bi rêya çavkaniyeke leşkerî ku ji ajansa SANA`yê re diyar kir ku wan jî agirbest ragihand.

(bx)


Mijarên Din