Li Efxanistanê êrîş: Herî kêm 2 kes mirin

Li paytexta Efxanistan Kabîlê li dijî otobusa ku endamên stasyona radyo û televîzyonekê tê de bûn, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 2 kes mirin.

Di êrîşê de otobusa xebatkarên Hûrşîd TV hate hedefkirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de bombe bi miqnatîsê li otobusê hatiye bicihkirin.

Di teqînê de şifêrê wesayîtê û welatiyekê li ser rê mirine. Li aliyê din 3 xebatkarên Hûrşîd TV jî nav de 4 kes birîndar bûn.

Li Efxanistanê tevî ku di navbera DYA û Talîbanan de hevdîtinên aştiyê pêk tên jî bûyerên tundiyê didomin.

Li gorî mîsyona Netewên Yekbûyî ya Efxanistanê MANUA’yê ji meha Tîrmehê ve li welat zêdetirî 1500 sivîl mirine û birîndar bûn. MANUA’yê di daxuyaniya xwe ya berê de ragihandinbû ku ji 1’ê Çileyê heta 31’ê Hezîranê di nava 6 mehan de 1366 sivîl mirine û 2466 sivîl jî birîndar bûne.


Mijarên Din