Li Efxanistanê piştî lihevkirina li ser desthilatê êrişeke xwekujiyê

Îro êrişeke xwekujiyê navenda ewlehiyê ya wîlayeta Xaznî ya rojhilatê Efxanistanê kir hedef û di encama teqînê de herî kêm 5 kes hatin kuştin.

Rayedarên efxanî diyar kir ku erebeyeke bombekirî li gel di nuqteyeke ewlehiyê li rojhilatê welêt teqiya, di encamê de kuştî û birîndar hene û tu kesî berpirsyariya êrişê hilnegirtiye ser xwe.

Piştî îmzekirina peymana dabeşkirina deshilatê ya di navbera serok Eşref Xenî û hevrikê wî yê hilbijartinên serokatiyê Abdullah Abdullah de, ev êrişa yekem e.

Li gorî berpirsan, beriya demekê jî li kantona Baxtiya ya başûrê rojhilatê welêt di êrişeke tevgera Talîbanê li ser nuqteyeke kontrolê de 8 endamên hêzên efxanî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Roja pêncşemê jî, li Paktiyayê hin çekdaran erebeyeke bombebarkirî teqand, di encamê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin