Li Efxanistanê erebeyeke mayînkirî teqiya; 5 kuştî

Îro li bajarê Gerdîz ê li rojhilata Efxanistanê erebeyeke bar ku mayînkirî bû, li nêzî dadgehê teqiya û di encamê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Tariq Aryan daxuyand ku li nêzî dadgeheke leşkerî ya li bajarê Gerdîz, erebeyeke baran ku mayînkirî bû, teqiya û bi dehan kuştî û birîndên sivîl hene.

Piştî 2 rojan ji kuştina nêzî 56 kesan li gelek deverên bajêr ên ku lê êriş çêbûbûn, vê teqînê rû da.

Li gorî Reutersê, berdevkê Talîbanê Zebîhelîah Mucahid bi daxuyaniyekê teqîn girte ser tevgerê.


Mijarên Din