Li Efrîna dagirkirî sûcên çeteyan berdewam in

Li gorî çavkaniyekî ji kantona Efrînê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker jinek ji bajarê Efrînê revand. Her wiha şêniyên Xûta yên ku li Efrînê dimînin li jinekê li navçeya Cindirêsê da.

Li gorî çavkaniyan çeteyên Cebhe Şemiye hevsera welatiyê bi navê Xelîl Ettar Zêneb ji taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê revand û 2 hezar û 500 dolar ji mala wî dizîn.

Li navçeya Cindirêsê jî koçberên Xûta li şêniya bi navê Gulistan Îbiş xist, ji ber ku ji mala xwe ya li navçeyê derneket.

Heman çavkanî piştrast kir ku istixbarata dewleta Tirk a dagirker piştî êrişa li dijî nuqteya dewleta Tirk a li Xezewiyê û teqîna li navenda Efrînê di 14`ê Îlonê de, gelek serçeteyên koman di nav de serçeteyê koma El-Hemzat bi navê Abdullah Helewe girtin û şandin Tirkiyê da ku di lêpirsînê re derbas bike.

Komên çeteyên El-Hemzat ên ku bi awayekî yekser bi fermana istixbarata dewleta Tirk tev digerin, gundên Xezewiyê, Basûta, Kurzêlê û gelek gundên navçeya Şêrawayê kontrol dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din