​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî rêzerevandina sivîlan berdewam e

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker geleke şêniyên ji gundê Anqelê revandin, her wiha çeteyan dest bi hemleya girtinê li gundê Kefersefrê yê Efrîna dagirkirî kir.

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê piştrast kir ku çeteyên bi navê polîsên sivîl ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh gelek şênî ji gundê Anqelê yê girêdayî Şiyê ya Efrîna dagirkirî, revandin, ew jî; Sîvan Ekrem Nebo (41) û Zeîm Mihemed (40) û hê jî çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî îro çeteyên koma Semirqend a girêdayî artêşa Tirk a dagirker dest bi hemleya girtinê li gundê Kefersefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê kir. Ew jî bi hinceta danûstandina wan bi Rêveberiya Xweser re bû. Çavkaniyekî ji gund navên hin girtiyan bi dest xistin û wiha ne; Xelîl Henan Xilo û Hisên Silêman Mewas, her wiha çeteyan ji malbatên girtiyan fîdyeya 800 hezar lîreya Sûriyê li hember serbestberdana wan xwest.

(fr)

ANHA


Mijarên Din