Li Efrînê zêdetirî 300 darên zeytûnan hatin birîn

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê zêdetirî 300 darên zeytûnan birîn.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê zêdetirî 300 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Ehmed Mamo birîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji gund dane leşkerên artêşa Tirk li gund bargehekê ava dikin.

Bi destpêka mewsimê berhevkirina zeytûnên cureyên "Xelxalî" re li herêm Efrînê hin bazirgan keysbazî dikin û xizantiya cotkaran bi kar tînin da ku bi buhayên gelek erzan bikirin. Ji wan bazirganan navên Zehredîn Hebo yê ji gundê Qermitleq û Mustefa Dawud ê ji navçeya Şiyê hatin naskirin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan gotin bazirgan, çeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe sor dikin da ku fermanan bide ku derxistina berheman ji derveyê navçeyê qedexe bike li beramberî ku çete Ebû Emşe rêjeya ji sedî 22 qezeciyê berheman bistîne.

ANHA


Mijarên Din