Li Efrînê yek jê astengdar, 7 welatî hatin revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh 7 welatî ji gundê Dêr Belût û Gurzêlê yên kantona Efrînê revandin. Di nav welatiyên revandî de astengdarek jî heye.

Li gorî agahiyên ajansa me ANHA`yê bi dest xistine, çeteyên artêşa Tirk a dagirker çend şênî ji gundên Dêr Belût û Gurzêlê yên kantona Efrînê revandin.

Çavkaniyên taybet ji gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrawa diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebdo Îbiş ku astengdar e û ji şêniyên gundê Gurzêlê ye jî revand.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 6 welatî ji şêniyên gundê Dêr Belût revandin.

Ajansa me navên kesên hatine revandin bi dest xistin; Luqman Mihemed Ebdo (31), Bekir Mihemed Hesen (25), Mihemed Menan Menan (45), Ehmed Wehîd Şewqî (40), Mustefa Mihemed Menan (27) û Îsmaîl Yelmîxa (22).

Heta niha çarenûsa kesên ku hatine revandin ne diyar e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din