Li Efrînê teqîneke bi hêz: Kuştî  û birîndarên çeteyan hene

Li bajarê Efrînê li nêzî navenda çeteyên Feyleq El-Salis teqîneke bi hêz rû da.

Hate ragihandin ku beriya çend kêliyan teqîneke bi hêz li nêzî çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê rû da.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê girtine motorsêklêteke bombebarkirî li nêzî bargeheke çeteyên bi navê Feyle El-Salis a bajarê Efrînê teqiya. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Heta niha ti aliyê teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA


Mijarên Din