Li Efrînê teqînekê rû da

Li bajarê Efrînê mayinek bi erebeyekê ve teqiya û di encama wê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Çavkaniyan ji Efrînê ji ANHA`yê re ragihand ku li bajêr mayinek bi erebeyekê ve teqiya.

Çavkaniyan diyar kir ku di encama teqînê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Tu agahî der barê nasnameyên her du kesan de nehatin bidestxistin, her wiha tu aliyekî teqîn negirtiye ser xwe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din