Li Efrînê sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê sivîlên din revandin. Li aliyekî din jî bi rasthatina Cejna Qurbanê baçeyan li şêniyan ferz dikin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê didomîn.

Çeteyên Koma Hemzat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyê bi navê Fûad Elî yê ji gundê Şerqiyê revandin û fidiyeya 50 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwest.  Fûad beriya salekî ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatibû revandin û li beramberî 25 milyon lîreyên Sûrî serbest hat berdan.

Hate ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Qizil Baş û Belê yên navçeya Bilbilê bi rasthatina Cejna Qurbanê 200 dolar Emerîkî ji ser her malbatekî distînin.

Li gorî agahiyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Şêx Bilê yê navçeya Racoyê bi dehan sivîl revandin, ji kesên hatine revandin navê çend kesan wiha ne; Mihemed Ehmed (50), Şikirî Ehmed (75) û Mihemed Ehmed (32).

ANHA


Mijarên Din