Li Efrînê sivîlekî din hate revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker sivîlek ji gundekî Mabatayê revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane ANHA‘yê, Çeteyên Lîwa El-Şîmal a girêdayî dagirkeriya Tirk, Îbrahîm Mihemed Mustefa yê ji gundê Golka yê navçeya Malbatayê revandin û birin cihekî ne diyar.

Çavkaniyan gotin, çeteyan beriya çend saetan ji revandinê bi rêya telefone fidye ji Mustefa xwestin, piştre girtin ser mala wî û ew revandin.

Heta aqûbeta Îbrahîm Mihemed Mustefa ne diyar e.

ANHA


Mijarên Din