Li Efrînê sûcên li dijî jinan zêde dibin

Binpêkirinên hêzên dagirker ên li dijî şêniyên kantona Efrînê bi taybet li dijî jinan zêde dibin. Jinên Efrînê bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kirin ku sînorekî ji zêdegaviyên komên çete yên Tirkiyê re deynin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê yên resen bi taybet li dijî jinan zêde kirine. Di demên dawî de bûyerên revandin û qetilkirina jinan zêde bûn.

Di 17‘ê Mijdarê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker jina ciwan a bi navê Nercis Dawûd a ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê qetil kir û di 15‘ê Mijdarê de zaroka bi navê Rûeya Henano Mustefa (15) ji gundê Xezawiyê yê heman navçeyê revand.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heta niha bi kêmanî 30 jin qetil kirin û bi dehan jî revandine, çarenûsa gelekan ne diyar e.

Jina Êzidî ya ji Efrînê ku li Şehbayê dimîne Eyşe Seydo, binpêkirinên li dijî jinên Efrînê bi binpêkirinên DAIŞ‘ê yên sala 2014‘an li Şengalê bi nav kir û wiha anî ziman: "Di sala 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê êrişî Şengalê kir û komkujî li ser xelkê wê pêk anî. Ev bûyer niha li Efrînê dûbare dibin ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin."

Eyşe Seydo axaftina xwe wiha domand, "Piştî em koçberî Şehbayê hatin kirin gelek malbat li Efrînê ya dagirkirî man. Li wir kuştin û revandin ji aliyê çeteyên girêdayî dagirkeriyê Tirk ve li dijî şêniyan têne kirin. Xanim Îbo ya ji gundê Feqîra û Fatima Hemko ya ji gundê Qetmê hatin qetilkirin piştî ku çeteyan bombe avêtin mala wan."

Eyşe Seydo bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî van binpêkirinan destwerdanê bikin û got: "Rojane binpêkirin li dijî şêniyan tê kirin. Gelek caran me bang kir lê bersiv nehat. Divê civaka navdewletî ji bêdengiya xwe derkeve. Ji binpêkirinên li dijî me re êdî bes e."

Jina bi navê Sûad Hiso ya ji Efrînê dibêje: "Binpêkirinên li Efrînê zêde dibin. Erdogan ê li Koşka Spî dibêje ew şêniyan diparêze ne rast e. Di demên dawî de bi dehan jin di nav de Nercis û Rûha Xelîl hatin qetilkirin."

Sûad diyar kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk gihiştiye asta ku telefonên destan ên şêniyan û jinan li bendan kontrolê bikin.

ANHA


Mijarên Din