Li Efrînê revandina sivîlan didome

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker çar şênî ji gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabatayê yê Efrînê revandin û li beramberî serbestberdanê ji malbatên fîdya xwestin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên dermirovî li Efrînê didomînin. Di vî warî de çeteyên Cebhet El-Şamiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 4 şênî ji gundê Husê ( Mîrkan) yê girêdayî navçeya Mabatayê revandin. Ji kesên hatine revandin navê Feysel Hemalîko (34) ku bavê 4 zarokan e, hate naskirin.

Çavkaniyên ji gund ragihandin ku çeteyan li beramberî serbestberdana şêniyan fîdya 200 hezar lereyên Sûriyê  ji malbatên şêniyên revandine xwestin

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din