Li Efrînê revandina sivîlan didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ser malên şêniyên gundê Cuqê yê girêdyî navenda bajarê Efrînê de girtin û herî kêm 13 şênî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên der mirovî li dijî şêniyên Efrînê didomîne.

Toreya Çalakvanên Efrînê (AAN) diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ser malên şêniyên gundê Cuqê yê girêdyî navenda bajarê Efrînê de girtin û herî kêm 13 şênî revandin.

Li gorî AAN‘ê navên 13 şêniyên ku çeteyan navên kesên hatine revandin wiha ne; Edîb Subhî Elxido, Besêl Hesen Mûsa, Mihemed Mihemed Qasim, Îbo Cemîl Îbo, Ismaîl Mihemed Elewî, Ismaîl Hisên Ereb, Yihya Îsa Ereb, Idrîs Mihemed Ereb, Kemal Xelîl Seîde, Hemûdê Ehmed Erk, Mihemed Cemîl Osman, Ebdo Subhî Îso û Alan Yûsif Fayiq.

(şx)

ANHA


Mijarên Din