Li Efrînê hat revandin û ji bo berdana wî 10 hezar dolar hat xwestin

Çeteyên El-Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Şiyê revandin û li beramberî berdana wî pereyên zêde xwesitin.

Çeteyên El-Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagiker duh welatiyê bi navê Hesen Ehmed Hacî yê ji gundê Çiqila navîn a girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê, revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan li beramberî serbest berdana wî 10 hezar dolar, xwestin.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê û gundewarên wê dest bi hemleyên revandinê kirine.

Tê zanîn ku di nava 3 rojên derbasbûyî de çeteyên artêşa Tirk a dagirker zêdeyî 40 welatiyên Efrînê, revandine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din