Li Efrînê dizî û revandin zêde dibe

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Îmad Mihemed Cinêd revand û sewalên wî dizîn.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Îmad Mihemed Cinêd (33) ê ji gundê Bir Abdullah ê navçeya Şêrawayê revand û zêdetirî 70 sewalên wî jî dizîn.

Çavkanian got çarenûsa Îmad Mihemed heta niha ne diyar e.

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kiriye, roj bi roj dizî, talan û revandina sivîlan li bajêr zêde dibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din