Li Efrînê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirker şer di navbera çeteyan de rû dide.

Hate diyarkirin ku li navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê di navbera çeteyên "Feyleq El-Mecid", "Ceyş El-Îslam" û Sultan Murad de şer bi awayekî demkî rû dide.

Çavkaniyên xwecihî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagir û çeteyên wê vê êvarê sefeber bûne û hemû rêyên ber bi navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê ve girtin.

Li gorî agahiyan ku çavkaniyan dane, çeteyên Sultan Murad 3 çeteyên Feylq El-Mecid revandine, ev yek jî nakokî di navbera çeteyan de derxist.

Alozî hîna jî berdewam e.

ANHA


Mijarên Din