Li Efrînê di nava 2 rojan de 33 sivîl hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di nava 2 rojên dawîn de 33 sivîl ji 2 gundên navçeya Bilbilê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Tu agahî der barê wan de tune ne.

Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kerê dest bi hemleya girtina ser malan de kir bêyî ku sedemên wê werin diyarkirin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan 30 kes ji şêniyên gund revandine û piştî ew ber bi cihekî nediyar ve birine, tu agahî der barê wan de tune ne.

Navê çend kesên ku hatine revandinî wiha ne: Abdulrehman Hisên, Xelîl Abdulrehman Hisên, Mihemed Xelîl Hisên, Mihemed Xelîl Hisên, Mihemed Ednan Mihemed, Mihemed Reşîd Hisên û Cemîl Seyid Mihemed.

Girêdayî mijarê çavkaniyekî din ji gundê Ebîdane yê navçeya Bilbilê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk 3 ciwan ji gund revandin û navên 2 ji wan hatin naskirin; Ebdo Elî Îbrahîm û Xelîl Yaqûb Mamo.

(bx)

ANHA


Mijarên Din