Li Efrînê ciwanek hewl da dawî li jiyana xwe bîne

Li bajarê Efrînê ya dagirkirî, ciwanek  ji ber kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rewşa jiyanî û aborî ya xirab, hewl da dawî li jiyana xwe bîne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Efrînê ya dagirkirî dane; li navenda bajar ciwanek li ser pira nû ya li ser rêya Cindirêsê hewl da xwe bi darve bike, şêniyan nehiştin. Çavkaniyan gotin ciwan ji ber kiryarên dagirekran, rewşa aborî û jiyanî ya nebeş hewl da dawî li jiyana xwe bîne.

Di demên dawî de li bajarê Efrînê ji ber rewşa jiyanî ya nebaş, kiryarên dagirekran ên li dijî sivîlan bûyerên întîharê zêde bûn.

21'ê vê mehê, li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Ehmed El-Zîbeq bi heman sedeman agir berda bedena xwe.

Di 15'ê vê mehê de, şêniyên navçeya Raco ji ber ne aramî û bilindbûna nirxên kelûpelan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rabûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, siyastên xwe yên plankirî yên bi armanca koçberkirinê li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Li herêmê alozî, teqîn, qetilkirin û revandina sivîlan bê navber didomin.

ANHA


Mijarên Din