Li Efrînê çi diqewime?

Li Efrînê komên çete û koçberên ku ji herêmên din hatine li Efrînê bi cih bûne, şer kir. Her wiha revandin û rûxandina ekolojiyê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve didome.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir. Ji roja yekemîn a dagirkirinê ve çete û leşkerên Tirk derbasî malên sivîlan bûn. Di rojekê de tevahî bajarê Efrînê talan kirin. Heta niha bi awayekî rojane revandin, kuştin, îşkencekirin û şerê di navbera çeteyan de didome.

Revandina li Efrînê didome

Çeteyên Sultan Mûrad 24`ê Îlonê 6 welatî ji gundê Qurt Qilaq ê navçeya Şera revandin. Navên wan wiha ye: Mihemed Cûma Ehmed, Mihemed Ehmed Reşo, Îsam Menan Moşo, Henan Mihemed Muslim, Mustefa Abdullqadir Şêx Ehmed û Umer Şahîn Moşo. Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Di hefteya derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 28 welatî ji gund û navçeyên cuda yên Efrînê revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên ku erebeya bi cureya Santaf bi rengê reş bi wan re bû, 2 xwendekarên bi navên Leyal Dêrî û Beyan Hemo ku li Efrînê hatine bicihkirin, ji navenda bajarê Efrînê revandin.

Şewat û qutkirina daran

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir bi daristanekê li navçeyê Mabata xist. Daristana li derdora gundê Rota û Kaxirê hat şewitandin. Her wiha çeteyan bi dehan darên ku temenê wan 50 sal e, li navçeya Raco qut kirin.

Çeteyên Siqûr El-Şam bi dehan darên zeytûnan û darên temenmezin ji derdora gundê Qizilbaş ê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê qut kirin, kirin êzing û firotin.

Rojane şer di navera çeteyan de derdikeve

Li gund û navçeyên kantona Efrînê di navbera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de derdikeve. Di hefteya derbasbûyî de çeteyên El-Cebhe El-Şamiye bi guleyan girt ser mala kesên ku ji El-Xûta El-Şerqiye hatine.

Her wiha 20`ê Îlonê çeteyên bi navê Biyanûnî yên girêdayî Feyleqa 3`yemîn bi guleyan êrîşî şêniyên El-Xûta ku li Efrînê hatine bicihkirin, kir. Di encama wê de di navbera her du aliyan de şer derket. Li gorî çavkaniyan ku gelek kesên ji taxa Cober a Şamê û wekî din birîndar bûn.

Her wiha du welatiyên ku ji derve hatine, li Efrînê xeniqîn. Yek ji wan li gundê Kîmark ê navçeya Mabata û yê din jî li gundê Marata yê girêdayî navenda Efrînê. Nasnameya yek ji wan ku bi navê Îbrahîm Elî Hemade (16) ku ji şêniyên bajarê Ezazê ye, hat naskirin.

Li ser bendên kontrolê pereyan ji şêniyan dixwazin

Çeteyên Polîsên Leşkerî li ser deriyê veguhastinê yê Efrînê çend erebeyên bar û sewalan talan kirin û ji her erebeyekê 2 hezar lîre stand.

(bx)

ANHA


Mijarên Din