Li Efrînê berhevkirina zeytûnan nêzîk bûye lê şênî ji talankirina mewsimê bi xof in

Mewsima berhevkirina hilberîna zeytûnan nêzîk bûye û şêniyên Efrînê ya dagirkirî ji ber zextên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ferzkirina bacan, bi tirs in.

Kantona Efrînê bi hilberîna zeytûnan tê naskirin, piraniya şêniyên wê debara xwe bi vê hilberînê dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina kantona ve, zextê li şêniyan herêmê dikin û bi nêzîkbûna mewsima berhevkirinê re bacan li wan ferz dikin.

Di 2 salên derbasbûyî de artêşa Tirk û çeteyên wê hilberîna zeytûnan talan kir û paşê wekî ku hilberîna Tirkiyê be dişand dewletên Ewropayê. Îsal jî şêniyên Efrînê yên li kantona dagirkirî mane, ditirsin ku hilberîna wan were dizîn û bac li wan bên ferzkirin.

Çavkaniyên taybet ji hundirê Efrînê ragihand ku çeteyên El-Nuxbe yên artêşa Tirk hilberîna zeytûnê ya şêniyên ku koçber bûne, berhev kir.

Hin çavkaniyên din jî diyar kir ku çeteyan hilberîna zeytûnan a welatiyê bi navê Mihemed Seydo yê ji gundê Şêxûka yê navçeya Mabata tevî ku ew li gund e, talan kir. Dema pirsa çima hilberîna zeytûnan berhev dike, dike çeteyan gotinên nexweş jê re dibêjin. Ji ber wê krîza mêjî derbas dike û wî radikin nexweşxaneyên Tirkiyê û hîna rewşa wî ne aram e.

JI BO HER DAREKÊ 2 DOLAR FERZ DIKIN

Heman çavkaniyan daxuyand ku çeteyên Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk ên li gundên derdora Efrînê bi cih bûne, beriya ku şênî hilberîna zeytûnên xwe berhev bikin, ji bo her darekê 2 dolar lê ferz dikin.

Gundên ku çeteyan bac li xwediyê daran ferz kirine, ev in; Dargirê ê navçeya Mabatayê, Cûqê, Marata, Xelnêrê, Keferşîl, Gazê, Bablît, Kukebê yên girêdayî kantona Efrînê.

Her wiha polîsên sivîl jî li xwediyên zeviyên ku dê hilberînê berhev bikin, bi hinceta parastinê hezar lîre ferz dikin.

Çavkaniyekî diyar kir ku zeviyên sivîlên ku bi darê zorê koçber bûne, dê polîsên sivîl ên li herêmên di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Şamiyê de, nexasim ên li gundê Mîrkan ê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî, hilberînê ji xwe re berhev bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din