Li Efrînê 4 sivîlên din hatin revandin

Îstîxbata dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 sivîl revandin û berhemên dîrokî talan dikin.

Çavkaniyek ji kantona Efrînê ya dagirkirî got, îstîxbarata Tirk li navçeyên Şera û Racoyê 4 sivîl revandin û birin cihekê ne diyar.

Li gorî çavkaniyan navê kesên hatine revandin wiha ne, Ehmed Mihemed (35) û Ehmed Elî Hemo (37) ji gundê Şeltehît, Henan Hesen Ebd ji gundê Mersaw, Azad Mihemed Elî Silêman ji gundê Golya yê Raco yê.

Çavkaniyekî din jî ji kantona Efrînê diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berhemên dîrokî yên li girê Alçiya yê navçeya Bilbilê talan dikin.

ANHA


Mijarên Din