Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li gundê Gobelê yê Efrînê li dijî çeperên leşkerên artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên hemwext li dar xistine û di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Her wiha 3 çeper jî hatine rûxandin.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ku li herêma Efrîn û derdora wê hatine lidarxistin;
Di 21’ê Tîrmehê de li gundê Gobelê yê ser bi Efrînê ve hêzên me li dijî çeperên artêşa Tirk 3 çalakiyên hemwext li dar xistin. Di encama her sê çalakiyan de 3 çeper hatin rûxandin, 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin her wiha 5 leşker jî birîndar bûn.”