Li Efrînê 33 sivîl hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 33 sivîl ji Efrînê revandin. Her wiha li bajêr di navbera komên çete de şer derket.  

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk 25`ê Îlonê welatiyê bi navê Abdulhemîd Silêman, hevjîna wî Xalîde Silêman ji navenda bajarê Efrînê revandin. Her wiha 30`ê Îlonê welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Mamo yê ji gundê Cobana yê girêdayî navçeya Racoyê revandin.

Çavkaniyeke din got polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan bi ser malên şêniyên gundê Gurzêlê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê de girt û 30 kes revandin.

Ajansa me navên hindek kesên hatine revandin bi dest xistin: Cîhad Sibhî Nasir (45), Rêzan Hesen Nasir (35), Ehemed Wehîd Ebdo (80), Osman Hemo, Rêzan Hemo (35), Mihemed Yûsif Hemkiro (37), Yehiya Hemkiro (55), Zekeriya Yehiya (25), Bekir Henan Ewaş (65), Nûrî Şikrî Ewaş (60) û Ferhad Şêx Ebdo.

Di navbera çeteyan de şer

Li navçeya Cindirêsê û navenda bajarê Efrînê ji duh ve tevlihevî heye. Di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de bi awayekî dem bi dem şer derdikeve.

(bx)

ANHA


Mijarên Din