Li Efrînê 3 sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 sivîl revandin.

Çavkaniyekî xwecihî ji ANHA‘yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ji gundê Çeqla yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin; Hisên Oso (32), Mihemed Murad (44) û Mustefa Ebbo (21).

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê sûc û sedem sivîlan direvînin, çarenûsa gelek kesan hîna ne diyar e, her wiha ji bo serbestberdana wan fidiyeyê ji malbatên wan dixwazin.

ANHA


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn