Li Efganistanê teqîn

Rayedarên Efganistanê ragihand ku di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de 26 endamên hêzên ewlehiyê yên Efganistanê hatin kuştin.

AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên efganî, diyar kir ku îro di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de 26 endamên hêzên ewlehiyê yên Efganistanê hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a çînî Xinhua ku agahiyên xwe dispêre rayedarek herêmî jî, da xuya kirin ku êriş li derveyî baregeheke leşkerî li bajarê Xazne li rojhilatê Efganistanê pêk hat. Her wiha rayedar destnîşan kir ku piştî teqînê gule hatin avêtin.

(dm)


Mijarên Din