Li gorî tora El-Erebiye, di encama teqîna bombeyê de 2 zêrevanên cîgirê mudirê ewlehiya paytexta Efganistanê Kabulê hatin kuştin.
Li Kabulê rojnamevanekî berê ku berdevkê Hêzên Parastinê ya Giştî ya Efganistanê ya girêdayî Wezareta Karên Hundirîn e tevî 2 hevalên xwe di encama teqîna bombeyekê bi erebeya wan de hatin kuştin
Berdevkê Wezareta Karên Derve Tariq Eryan diyar kir ku rojnamavanê berê Diya Wedan ku di gelek dezgehên çapemeniya efganî de kar dikir û hevalên wî, berî nîvro li rojhilatê Kabulê hatine kuştin. Tariq Eryan anî ziman ku bombeyê ku bi erebeya Wedan de hatiye teqandin bi destan hatiye çêkirin. Di encama êrişê de tevî Wedan du hevalên wî hatin kuştin û kesek din birîndar bû.
)dm)