Li du gundên Kobanê şer û topbaran

Li gundê Qermox û Goran ên dikeve rojhilatê bajarê Kobanê şer û topbaran rû dide.

Nûçegihanên me ragihandin ku li gundên Qeremox û Goran ên rojhilatê bajarê Kobanê li gel dengên obusan çekên sivîk têne bihîstin.

Li gorî agahiyan şervanên QSD‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de derbên giran li hêzên dagirker li bargehên li beramberî gund dan.

Li aliyekî din jî balafirên Tirkiyê beriya çend rojan gundê Goran  kir hedef, di encamê de sivîlê bi navê Îdan Şêx Ehmed (60) ê ji gundê Metîn şehîd bû.

Hêzên dagirker beriya niha bi saetekê derdora bajarê Kobanê kirin hedef. Li ser bersivdayînê QSD‘ê du bargehên wan hatin rûxandin.

Dagirkeriya Tirk her wiha girê Miştenûrê yê li başûrê rojhilatê Kobanê ku bargeha Koalîsyonê lê heye topbaran kir.

Piştî topbaranê helîkopter û balafirên koalîsyonê li ser asîmanê bajarê Kobanê geriyan.

Şer û topbaran li gundê Qeremox û Goran didome.

ANHA


Mijarên Din