Li Dêrikê toreyên avê têne firehkirin

Saziya Avê ya herêmê Dêrikê dest bi projeya firehkirin û sererastkirina toreyên avê kir.

Li taxên bajarê Dêrikê lêkirina xaniyan zêde bûye, ji ber wê jî divê toreyên av, kanalîzasyon û kehrebeyê werin berfirehkirin.

Komîteyên fenî yên Saziya Avê ya Dêrikê dest bi projeya firehkirina toreya avê li taxa Sikne û Sor kir. Dirêjahiya toreyê 500 metre ye. Li gorî hevserokê Saziya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a Dêrikê Mihemed Emîn Hacî, ew tore avê dide nêzî 310 malan. Hacî got di nava hefteyekê de dê proje bi dawî bibe.

Di projeyê de dê av bigihîje 150 malên li taxa Sikne û 160 malên li taxa Sûr. Her wiha dê xerckirina avê jî kêm bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din